PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, li Cakartayê ligel Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken civiya.
Di agahiyên destpêkê de hat destnîşankirin ku di çarçoveya 56emîn Civîna Wezîrên Karên Derve ya ASEANê de ku li paytaxtê Endonezyayê ya Cakartayayê tê rêvebirin, Hakan Fîdan û Antony Blinken civîneke dualî kir.
Hat zanîn ku di civînê de li ser şopandina biryarên Lûtkeya Rêberên NATOyê hatin gotûbêjkirin.
Her wiha hat diyarkirin ku Hakan Fîdan bi Wezîrê Karên Derve yê Japonyayê Yoshimasa û Wezîra Karên Derve ya Norwêcê Anniken Huitfeldt re jî hevdîtinên dîplomatîk kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin