Haley 3 sertên Amerîkayê eskere kir

Haley 3 sertên Amerîkayê eskere kir

Nîqaşên li ser derketin û nederketina Amerîka ya ji Sûrîyê berdewam in. Hinek rayedarê Qesra Spî dibêjin ewê ji Sûrîyê vekişin, û hinek rayedarên Pentagon jî dibêjin na. Di vê derbarê de Nûnera Amerîka ya li Yekîtîya Milletan Nîkkî Haley, ji bo vekişîna Amerîkayê sê şert dan pêş û anî zimên ku heta ew her sê şert pêk neyên, wê Amerîka ji Sûrîyê dernekeve.

Nîkkî Haley, di televizyona CBS de rojev nirxand, eşkere kir û got: “Heta em sê tiştan li Sûrîyê çareser nekin, emê jê dernekevin. Berî her tiştî mê rê nedin ku çekên kîmyewî bên bikaranîn û emê ji bo vê jî têbikoşin. Divê ÎŞÎD bi temametî bê têkbirin. Armanca me ya sêyemîn jî Îran e. Divê em emîn û pêbawer bin ku Îran hakimî û hikimdarîyê li Sûrîyê nake“.

Haley, behsa têkilîyên Amerîka û Rûsyayê jî kir û anî zimên ku ewê zixtên giran deynin ser şîrketên Rûs yên ku di çêkirina çekêm kîmyewî de alîkarîya Sûrîyê dikin.

Z.B

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin