PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Cîgira Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Kamala Harris, ji bo namzediya hilbijartinên serokatiyê, piştgiriya têrker a delegeyên Partiya Demokrat wergirtiye.
Kanala CBS diyar kir ku Kamala Harris gihîştiye hejmara têrker a piştgiriya nûnerên Demokrat da ku bibe namzedê hilbijartinên serokatiya DYAyê.
1976 deng pêwîst e
Li gorî ajansa nûçeyan a Associated Pressê jî, Harris piştgiriya ji zêdetirê 1976 delegeyan ku ji bo namzediyê pêwîst e wergirtiye û êdî li pêşiya namzediya wê ti astengî nemane.
Delegeyên ku nûnertiya navçeyên hilbijartinê dikin, di Kongreya Neteweyî ya Partiya Demokrat (DNC) de bi fermî namzetê serokkomariyê yê partiyê diyar dikin.
Di sîstema polîtîkayê ya DYAyê de ji bo namzediya serokatiyê, piştgiriya ku ji aliyê delegeyan ve tê dayîn ne ferz e, lê belê ger di kongreya ku wê di 1 û 7ê Tebaxê de bê kirin de delege biryara xwe neguherînin, wê Harris bi fermî bibe namzeda serokatiyê ya Partiya Demokrat.
Li gorî CBSyê, herî kêm nûnerên 27 eyaletan soza piştgiriyê dane Kamala Harrisê.
Harris: Nêrîn û vîzyona min wê ji ya Trump cudatir be
Ji dema ku Biden ji namzediyê vekişiya ve, partiyê, ji bo Kamala Harrisê bi mîlyonan dolar bexşên kampanyayê berhev kir.
Harris, li eyaleta Delawareê, ji tîma xwe ya kampanyayê re axivî û got: "Ji hilbijartinan re hîna 106 roj mane û karên pir dijwar yên ku divê em bikin hene."
Harris diyar kir ku nêrîn û vîzyona wê ya di derbarê welat de, wê ji ya namzetê Partiya Komarî Donald Trump cudatir be û destnîşan kir ku ew ê bi kêfxweşî bi Trump re pêşbaziyê bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin