PeyamaKurd - Merasîma dabeşkirina xelatên giranbiha yên goga pê ya cîhanê Ballon d'Or (Goga Zêrîn) li paytexta Brîtanyayê Londonê hate birêveçûn û êrîşberê tîma Bayern Munichê Harry Kane bû baştirîn lîstikvanê cîhanê.
Bi vê serkeftinê, Kane piştî 25 salan bû yekem lîstikvanê îngilîz ê ku vê xelatê werdigire.
Stêrkê Îngilîzî di sala 2026an de bi performansek berbiçav di 65 lîstikan de 78 gol tomar kirin, 8 pasên golê dan û bi tîma xwe re 4 nasnav bidest xistin, di rêzbendiyê de jî Kylian Mbappe bû duyem û Lamine Yamal di rêza sêyem de cih girt.
Tevî serkeftina mezin a Kane, lîstikvan û rahênerên spanî kontrola piraniya xelatên merasîmê kirin; Alexia Putellas bû baştirîn lîstikvana jin û Luis de la Fuente xelata baştirîn rahênerê salê stand.
Di heman merasîmê de Lamine Yamal Xelata Kopa, Unai Simon Xelata Yaşîn û Bukayo Saka jî Xelata Socrates wergirt, dîsa tîmên Paris Saint-Germain û Barcelona Femeni wekî baştirîn yaneyên salê hatin hilbijartin.