PeyamaKurd - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari di civîna gel a li bajarê Îzmîrê de li ser pêvajoya aştiyê û geşedanên dawî nirxandin kirin.
Hatimogullari diyar kir ku berê berî 50 salan Kurdan nedikarîn bêjin 'Ez Kurd im', lê îro êdî serdema înkarkirin û tunehesibandina Kurdan bi dawî bûye û tekez kir ku ew ê heta rawestandina dengê çekan û dawîhatina hêsirên hemû dayikan piştgiriya vê pêvajoyê bikin û ji bo aştiyeke mayinde bixebitin.
Herwiha Hatimogullari siyasetmedarê Kurd Mehdî Zana yê ku koça dawî kiribû bi rêz û hûrmet bi bîr anî.
Hatimogullari destnîşan kir ku divê ev pêvajo bi hesabên hilbijartinê neyê sînordarkirin û got ku yasaya nû encama kedeke demdirêj e û got, heger ev qanûn bi awayekî saxlem bê cîbîcîkirin nêzî 4 hezar girtiyên siyasî dê jê sûdwergirin û daxwaza azadiya Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag dubare kir.