HDP, dê namzedê Tifaqa Ked û Azadiyê eskere bike

HDP, dê namzedê Tifaqa Ked û Azadiyê eskere bike

PeyamaKurd- Ji bo hilbijartinên giştî yên li Tikriye û bakur ku dê di 14ê Gulana îsal de bên kirin, rayedarên HDPê jî dê namzedê xwe yê Tifaqa Ked û Azadiyê eşkere bike. Li gorî tê payîn, dê namzedê vê tifaqê, di rojên pêş de were eşkerekirin.

Tifaqa Milet, "Pexşana Lihevkirina Polîtîkayên Hevbeş" a ku wekî manîfestoya hilbijartinê tê binavkirin, bi raya giştî re parve kir û berê raya giştî niha li ser 13ê Sibatê ye ku namzetê Serokomariyê ya vê tifaqa opozîsyona Tirkiyeyê diyar bibe.

HDPa ku biryar da namzetê xwe diyar bike jî di vê pêvajoyê de biryara tundkirina hevdîtinan da. Tê payîn ku Tifaqa Ked û Azadiyê ku HDP jî di nav de ye, beriya namzetê Tifaqa Milet, namzetê xwe yê Serokomariyê eşkere bike.

Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan, piştî axaftina xwe ya di civîna koma partiyê de, li Meclîsê bersiva pirsên rojnamevanan ên li ser namzediyê da û got:

"Fikireke me ya ku em li benda civîna Tifaqa Milet a 13ê Sibatê bisekinin, tuneye. Em ê beriya 13ê Sibatê, biryara xwe ragihînin. Bi îhtîmaleke mezin, dê hefteya pêş a meha sibatê be.”

Li ser pirsa, “Gelo dibe ku namzed jin be?” Hevseroka HDPê got ku “Gelek nav hene, hîn ne diyar e."

Her çiqas HDP û pêkhateyên tifaqa wê hîn biryara xwe nedabin jî tê gotin ku îhtimala ku namzeda vê tifaqê jin be, zêde ye.

Li gorî agahiyên piştperdeyê, siyasetmedara ku herî zêde navê wê tê bilêvkirin, Şaredara Bajarê Mezin a Diyarbekirê ya berê Gultan Kişanak e ku ew niha di girtîgehê de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin