HDP: Em di bin zext û zorê de xebatên xwe dikin!

HDP: Em di bin zext û zorê de xebatên xwe dikin!

PeyamaKurd- Erkdarên HDPê di derbarê zext û zorên li ser wan de raporek amade kirin û weşandin. Li gorî raporê HDP di pêvajoya hilbijartinê de leqayî gelek zext û zorên hikûmetê û gelê nijadperest hatiye.

Rapor ji bo dema 28ê Nîsanê heta 3yê Hezîranê hatiye amadekirin. Di raporê de ev agahî hatine ragihandin: Di vê meha dawî de 136 kesên partiya HDPê hatine binçavkirin. Piraniya van kesan rêvebir û erkdarên partiyê ne. 14 kes hatine girtin. Heta niha li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Antalya, Hatay û Edirnê 22 caran partiya HDPê rastî êrîşan hatiye. Wekî dî jî ji aliyê erkdarên ewlehiyê ve jî gelek asteng têne derxistin. Li Sêrtê hemî trempêlên ku beşdarî konwoya HDPê bûn, cezayê trafîkê xwarin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin