PeyamaKurd- HDPê hefteya bûrî li Wanê civînek pêk anî. Piştî civîna 3 rojan partiyê meclîsa xwe civand.
Piştî civîna meclîsê Wekîlê Serokê Koma HDPê Ayhan Bilgen axivî û wiha got: “Êdî pirsgirêka Kurdî, ne tenê pirsgirêka nasnameyekê ye. Êdî têkoşîna nasnameyê û mafên çandî tevlîhev bûne. Sebebeke vê ya mezin barkirin e. Ji ber ku ji herêmên Kurdan gelek kes bar dikin û têne bajarên mezin, pirsgirêk jî mezin bû. Li bajarên mezin gelek insan bêîş û bêkar in. Civak êdî xira bûye. Kuştin û rêjeya sûcan bilind bûye. Di bingeha van xirabûna de pirsgirêka Kurdî heye.”
Bilgen wiha berdewam kir: “Ji ber ku hinek dînamîkên cuda tevlî HDPê bûn, em nikarin dev ji temsîlkirina Kurdan berdin. Di çareserkirina pirsgirêkên Kurdan de, muheqqeq dîsa aktora herî aktîf HDP ye. Êdî pirsgirêka Kurdî, ne tenê pirsgirêka nasnameyekê ye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin