HDPê Amerîka sermezar nekir!

HDPê Amerîka sermezar nekir!

PeyamaKurd - Piştî biryara Amerîkayê ku ragihandibû dê mueyîdeyan li ser wezîrê dad û wezîrê karên navxweyî yên Tirkiyê bisepîne, 4 partiyên Tirkiyê (AKP, CHP, MHP û IYI Partî) bi daxuyaniyeke hevpar ev biryara Amerîkayê şermezar kirin, lê HDPê ev daxûyaniya îmza nekir.

Hat ragihandin ku piştî Amerîkayê biryar li ser wezîrê dad û karên navxweyî yên Tirkiyê stend ku dê mueyîdeyan bisepîne, 4 partiyên Tirkiyê AKP, CHP, MHP û IYI partiyê bi daxuyaniyeke hevparî li Parlamentoyê hate xwendin, ev biryara Amerîka mehkûm kirin. Lê HDPê ev daxûyaniya îmza nekir.

Di daxuyaniyê da hat diyar kirin, ku ev biryara Amerîkayê dijî prensîpên dostaneye di navbera du welatan de û du welatên endamên di nav NATOyê de ye û ev biryara dijî peywendiyên dom û dirêjê di navbera herdu welatan de ye.

Di daxûyaniyê de hat destnîşankirin ku ev biryara Amerîkayê ya sepandina mueyîdeyan li ser du wezîrên Tirkiyê dûr ji aqilmendî û mentiqê ye û AKP, CHP, MHP û IYI partiyê vê biryara wezareta xezînedariya Amerîkayê bi tundî mehkûm dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin