PeyamaKurd – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di civîna 25ê Tebaxê ya li Stenbolê de ku bi 6 partî û rêxistinên çep re civiya, navê tifaqa nû ya hilbijartinên Tirkiyê eşkere kir. Hat ragihandin ku navê tifaqa nû ya hilbijartinan “Tifaqa Ked û Azadiyê” ye.
Di civîna îro Pêncşemê ya bi pêşengiya HDPê hat kirin de, serok û rêveberên Partiya Karkerên Tirkiyê (TIP), Partiya Ked (EMEP), Partiya Azadiya Civakê (TOP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) û Federasyona Encûmenên Sosyalîst (SMF) beşdarî kirin.
6 partiyên tifaqa nû piştî civîna îro ya li Stenbolê daxuyaniyeke hevbeş dan û tê de ragihandin ku navê tifaqa nû, ‘Tifaqa Ked û Azadiyê’ ye û wê li ser bingeha nirxên ked, aştî, azadî û demokrasiyê têkoşînê bide.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku wê di nav meha Îlonê de, bi beşdariya pêkhateyên her şeş partiyan bernameya tifaqa nû were ragihandin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, HDP ji bilî partî û rêxistinên çep ên Tirkiyê, li Bakurê Kurdistanê jî di nav hewldanên tifaqeke partiyên Kurd de ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin