PeyamaKurd - Cîgirê serokê Parlementoya Iraqê Beşîr Hedad li ser biryara doh a Parlamentoya Iraqê ya bo derxistina hêzên biyanî ji Iraqê got, hikûmeta veguhêz a Adil Ebdulmehdî nikare peymanên navdewletî îmze bike yan jî hilweşîne.
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad di bernameya Nûroja Dostan a Rûdawê de biryara parlamentoya Iraqê ya derxistina hêzên Amerîkî û hilweşandina rêkeftina emnî ya di navbera Amerîka û Iraqê nirxand.
Beşîr Hedad got, hatina hêzên Amerîkî li ser daxwaza hikûmeta Iraqî bû, dema ku rêxistina DAIŞê beşek mezin ji Iraqê kontrol kiribû.
Hedad anî ziman, niha çend frakisyonên parlementoyê di wê baweriyê de ne ku pêdîviya wan bi mayîna hêzên biyanî nemaye û êdî divê ew hêz ji Iraqê derkevin.
Beşîr Hedad herwiha destnîşan kir ku ew biryara parlamentoyê hikûmetê pabend nake bo cîbicîkirinê û wiha axivî:
“Ji ber ku wê biryarê hêza yasayî nîne, eger yasayî be hikûmet pabend dibû bo cîbicîkirinê. Ji ber hindê niha dikare pabend be û pabend nebe jî. Ji ber ku hikûmet, hikûmeteke karbirêker e û nikare destkariyê di rêkevtinên navdewletî de bike, îmze bike yan jî hilweşîne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin