PeyamaKurd –Hate ragihandin ku hejmara kuştiyên êrîşa terorî ya li eywana konserê ya Moskowê de ku 22yê Adarê êvarê hatibû kirin de, hejmara kuştî û birîndaran zêde bûye.
Beriya niha rayedarên Rûsî ragihandibûn ku zêdetirî 40 kuştî hene. Li gorî zanyariyên dawî yên rayedarên rûsî belav kirine, di êrîşê de 133 kes hatine ktuştin û 100 kes jî birîndar bûne.
Li gorî medya rûsî yek ji terorîstên hatine girtin, li xwe mikur hatiye ku ji Tirkiyeyê derbasî Rûsyayê bûye û bi bedêla 5400 dolaran beşdarî wê êrîşê bûye.
Hêjayî gotinê ye, di êrişa ser Eywana Konserê ya Şaredariya Crocusê ya paytexta Rûsyayê Moskowê de, 5 êrîşkar beşdarî kiribûn. Dema êrîşê eywana konserê jî agir berdabûnê û bûbûn sedeme komkujiyeke mezçin. Rêxistina terorîst DAIŞê li ser hesabên xwe yên Telegramê berpirsiya xwe ya êrîşê eşkere ragihandibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin