PeyamaKurd - Hat ragihandin ku hejmara kesên ku li Lubnanê ji nav welêt hatine koçberkirin nîv milyon derbas kir.
Komîteya Rêvebiriya Rîska Karesatan a Neteweyî ya Lubnanê hejmara kesên ku bi zorê li welêt hatine koçberkirin eşkere kir.
Li gorî rapora ku ji hêla komîteyê ve hatiye weşandin, hejmara kesên ku di stargehan de qeydkirî ne ji 517,000î derbas bûye.
Ji aliyekî din ve, her çend hikûmeta Lubnanê hejmara kesên ku li stargehan qeydkirî ne eşkere kiribe jî, tê gotin ku dema ku kesên ku neçar mane malên xwe biterikînin û li deverên din bigerin jî tê de bin, hejmara kesên ku bi zorê hatine koçberkirin pir zêdetir e.
Di raporê de herwiha hat destnîşankirin ku ji 2ê Adarê ve artêşa Îsraîlê 1015 êrîş li ser Lubnanê pêk aniye.