Hejmara qurbaniyên erdhejên Venezuelayê zêde dibe!

Hejmara qurbaniyên erdhejên Venezuelayê zêde dibe!

PeyamaKurd - Operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê li Venezuelayê piştî erdhejan berdewam dikin û hejmara qurbaniyan gihîştiye 1450 kesan.

Serokê Meclîsa Neteweyî ya Venezuelayê Jorge Rodriguez agahiyên nû li ser hejmara mirî û birîndaran li welêt parve kir ku hewldanên lêgerîn û rizgarkirin û alîkariyê piştî du erdhejên bi şîddeta 7.2 û 7.5 berdewam dikin.

Rodriguez diyar kir ku hejmara mirinan gihîştiye 1450 kesan û zêdetirî 3150 kes birîndar bûne.

Wî destnîşan kir ku heta îro, 12721 kes ji ber erdhejê ji cih û warên xwe bûne û 774 avahî hilweşiyane.

Rodriguez ragihand ku zêdetirî 25000 personel ji bo operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê li welêt hatine seferber kirin.

Tê texmîn kirin ku bi deh hezaran kes hîn jî li Venezuelayê wenda ne.