Hejmara xwepêsanderên hatine kustin 50 kesan derbas kir

Hejmara xwepêsanderên hatine kustin 50 kesan derbas kir

PeyamaKurd – Hejmara xwepêşanderên Myanmarê yên dijî darbeyê derketine kolanan û ji aliyê leşkeran ve hatine kuştin 50 kesan û ya birîndaran jî 1700 kesan derbas kir.

Li welatê Başûr Rojhilatê Asyayê Myanmarê 1ê Sibatê darbeyeke leşkerî pêk hatibû û hikûmeta Serokwezîr Aung San Suu Kyi ji aliyê artêşê ve hatibû hilweşandin.

Ji dema darbeyê ve protestoyên li dijî artêşa Myanmarê berdewam dikin ku tenê doh di nav rojekê de 38 xwepêşander hatin kuştin.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Myanmarê Schraner Burgener, ragihand ku doh roja herî xwînî bûye û 38 kes hatine kuştin ku heta niha hejmara xwepêşanderên hatine kuştin jî 50 kesan derbas kiriye.

Herwiha Reutersê jî ragihandiye ku heta niha zêdetirî 1700 kes di xwepêşandanan de birîndar bûne û di nav kuştiyan de 4 zarok jî hene.

Civata Ewlehiyê ya Navdewletî sibe roja Înê ji bo gotûbêjkirina darbeya leşkerî ya li Myanmarê û rûdanê dawî yên li welêt dicive.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin