Helbûsî pistgirîya xwe ji bo banga Sedir a hilbijartinên pêswext ragihand

Helbûsî pistgirîya xwe ji bo banga Sedir a hilbijartinên pêswext ragihand

PeyamaKurd – Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî, pêşwazî li banga Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedir a hilbijartina pêşwext û hilweşandina parlamentoyê kir.

Helbûsî ragihand ku ew piştevaniyê li banga hilbijartinên pêşwext ên Iraqê dikin û diyar kir, divê ji bo berjewendiyên niştimanî yên welat ew bang neyê piştguhkirin.

Mihemed Helbûsî li ser medya civakî ragihand, ew ji bo ji nû ve destpêkirina proseya siyasî bi hevtêgihîştina li gorî destûra Iraqê, piştevaniyê li hilbijartinên pêşwext ên herêmî û giştî dikin ku di demeke li ser bê lihevkirin de bêne kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin