PeyamaKurd – Li Gurcistanê ji bo paraşûtvanên ku li Çiyayê Gudarui ketibûn bigerin, wan bibînin û rizgar bikin, helîkoptera polîs çû deverê lê helikopter ket û 8 kesên tê de mirin.
Wezîrê karên hundir yê Gurcistanê Vakhtang Gomelauri ragihand ku 4 kesên tê de muretebatin, 2 kesên din wezîfedarên lêgeryanê û rizgarkirinê ne û 2 kes ji wan xebatkarên tenduristiyê ne ku bi temamî 8 kes jiyana xwe ji dest dane. Wezaret weha got:
“Tîmên wezareta karên hindir yên pêwendîdar, me wan şand ciyê bûyerê. Li ser qezayê lêpirsîn hat destpêkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin