Hemasê 3 girtiyên îsraîlî radestî Xaça Sor kirin
PeyamaKurd – Baskê leşkerî yê Hemasê, Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam, di çarçoveya qonaxa yekem a agirbest û pevguhertina girtiyan de ku bi Îsraîlê re hatiye kirin, 3 girtiyên jin ên îsraîlî radestî tîma Xaça Sor a Navdewletî kirin.
Tîma Xaça Sor a ku li Meydana Seraya ya bajarê Xezwyê amade bû, 3 girtiyên jin ên îsraîlî yên ji Tûgayên Qassam wergirtin.
Her weha, li gorî daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê, Xaça Sor ragihandiye ku 3 girtiyên îsraîlî ku radestî wan hatine kirin û ber bi hêzên Îsraîlê yên li Xezeyê ve bi rê ketine.
Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.