Hemas: Dîleke jin a îsraîlî hate kuştin
PeyamaKurd - Tevgera Hemasê ragihand ku dîleke jin a Îsraîlî ku di destê wan bû de hatiye kuştin.
Hemasê ragihandiye ku li Bakurê Xezeyê di bombebaranên Îsraîlê de dîleke di destê wan de hatiye kuştin û jiyana dîleke din jî di metirsiyê de ye.
Berdevkê Yekîneyên Qesam ê baskê leşkerî yê Tevgera Hemasê Ebû Ubeyde li ser Xê ragihand, piştî ku ew li parêzvanên dîlgirtiyan geriyan, ku çend hefte ne pêwendiyan wan bi hev re nemaye, diyar bû ku dîleke Îsraîlî li navçeya bakur a Xezeyê di encama bombebaranên Îsraîlê de hatiye kuştin û jiyana dîlekî din jî ji ber birînê, di metirsiyê de ye.
Hemasê bi kuştina dîlan Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu û hikûmeta wî tawanbar kir.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Hemasê 7ê Cotmeha 2023an êrîşî nav erdên Îsraîlê kiribû û di encamê de 251 kes jî revandibûn. Li gorî artêşa Îsraîlê 34 ji wan hatine kuştin û hinekên din jî di lihvekirinekê de hatin pevguhertin û çarenivîsa 97 dîlên îsraîlî jî nediyar e.
Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.