Her dû dewlet bi 35 mîlyar Euroyî peyman girêdan

Her dû dewlet bi 35 mîlyar Euroyî peyman girêdan

PeyamaKurd- Medya Almanya ragihand ku Almanya û Tirkiyê di navbera xwe de peymanekî bi 35 mîlyar Euroyî girêdane. Proje bi xwe ya rêya hesin ya navbera Tirkiyê û Almanyaye. Bi îhtîmaleka mezin wê berpirsiyariya projeyê konsorsiyûma ku di serê wê de Siemens heye, bike.

Di navbera Tirkiye û Almanya de bo avakirina rêya hesin ya nû, rêyên hesin yên ku hene bên nûkirin û bi teknolojiya herî baş li ser danîna sîstema sînyalîzasyonê hevdîtin hatine kirin.

Li gor ragihandina kovara bi nav û deng ya Almanya Der Spiegelê; bo nûjenkirina xeta trênê wê Almanya pere û xizmeta teknîkî bide. Di nava xizmetê de trênên nû jî hene. Di meha nîsana borî de di navbera Siemensê û rêxistina rêya hesin ya Tirkiyê de peymana 10 heb trênên Valero yên ku bilez diçin, bi bedela 340 mîlyon euroyê peyman hatibû îmzekirin.

Hat ragihandin ku van hevdîtinnan bi dewleta Çînê re jî hatine kirin lê biserketin nebûye lewra Tirkiye berê xwe daye ber bi Almanye ve.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin