Herkes lê digeriya lê di daristanê de ew mirî dîtin

Dîroka Weşanê :
Herkes lê digeriya lê di daristanê de ew mirî dîtin

PeyamaKurd – Li Anedolê li bajarê Burdurê nêzî Daristana bajêr zilamê bi navê Ali Karakaya (44) ku bi rojaye lê digeriyan, di daristanê de mirî hat dîtin.

Dîtina Karakaya seet di 20.00an de bû û hemwelatiyên ku ew di daristanê de bi mirîtî dîtin, xeberê dan tîmên pêwendîdar.

Cenaze bo otopsiyê birin morga nexweşxana dewletê ya bajarê Burdurê. Li ser mirina Karakaya lêpirsîn dewam dike.