Herzog û Erdogan di civîna çapemeniyê de axifîn

Herzog û Erdogan di civîna çapemeniyê de axifîn

PeyamaKurd – Li ser daweta fermî ya Recep Tayip Erdoğan serokê Îsraîlê Isaac Herzog û hevjîna xwe, gihan Ankara. Her dû serok li Kulliya serokkomariyê ewilî bi tena serê xwe û paşî heyetên her dû dewletan civiyan. Piştî civînê her du serok derketin ber çapemeniyê. Herzog weha got:

“Ez hêvî dikim ku temamê olan li herêmê bi hevre bijîn. Ji bo li herêmê îstîqrar, refah, aştî û asayiş bê avakirin, ez umîdwarim ku em bi hevre bixebitin.

Ji ber daweta serokkomar Erdoğan û civîna ku me bi hevre kir sipasiya wî dikim. Niha ez li vê derê me, sedema wê ji roja ku min dest bi serokkomartiyê kiriye heya îro, bi xêra ew diyaloga ku we daye destpêkirin û ew pêwendiya we ya ku hêjayê gotinêye û her dewama wê ye.”

Herzog di civîna çapemeniyê de ji helbestvan Nazım Hikmet parekî helbesta wî xwend ku ew helbest jî li ser jiyanêye. Herzog got ku jiyaneka bêhtir bi wate ji bo xwe bijartine û weha dewam kir:

“Dijberiyên berê ji ber xwe de ji ortê ranabin. Lê em her dû xelk, her dû welat di her sehayê de dikevin nava diyaloga kûr û dertên rêwitiya li ser baweriyê û rêzgirtinê. Em bi hevre rêya nêrîna li pêşiya xwe dibjêrin. Divê di serî de em zanibin û lihev bikin ku em ê li ser her mijarê lihev nekin. Weka me, di têkiliyên rabirdû yê dewlemend de, ev rewş gelek normale. Lê em ê pirsgirêkan li dahatûyê binêrin û çareser bikin. Em her dû millet jî ewladê Hz. Îbrahîm in. Berya vê civînê ez bi lîderên din yên herêmê re jî axifîm û hevkariya baş û cîrantî, ji bo herkesê girînge.

Ez bawerim ku em tev, mensûbên temamê olan, Xîrîstiyan, Yahûdî û Misilman dikarin li vê herêmê bi hevre bijîn û divê em bijîn. Ez hêvî dikim ku ji bo avakirina aştiyê, îstîqrar, refah û ewlehiyê, em bi hevre bixebitin.”

Me di hefteyên dawiyê de dît ku şer çiqas xerabe û ji bo dinyayekî bi îstîqrar me dît û em bûn şahid ku di navbera xelkan de danîna piran çendîn girînge. Şerê li Ûkraynayê şerekiye ku sedema rêtina xwînêye û felakete. Hem civîna sibê ya di navbera Rûsya-Ûkrayna-Tirkiyê ya ku li Antalyayê bibe, ez wê hewldana we, bi qedir dinirxînim.

Ez ji Xwedê dixwazim ku di têkiliyên Îsraîl û Tirkiyê yên nû de ku em derketine rê, xwedê bi me re be.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin