PeyamaKurd- Microsoft ragihand ku kesên hesaban hacker dikin, hesabê 1.2 mîlyon muşteriyên Microsoftê dizîne. Sedema herî mezin ew e ku di dema teyîda nasnameyan de, faktorên piralî yên teyîda nasnameyan nayên bikaranîn.
Rêvebirên Microsoftê di conferansa RSA yê de axifîn û gotin ku hesabên ku hatine dizîn, ji %99.9 ê wan bi sedema ku nasnameyên xwe bi faktorên piralî (MFA) bikarneanîne, hesabên wan hatine dizîn.
Microsoft got ku li gor rêjeyên wan; ji temamê bikaranerên wan tenê %11 ê wan MFA yê bikaranîne û hesabê xwe vekirine. Eger MFA bihata bikaranîn, belkî temamê hesaban rizgar nekirina lê wê piraniya wan bihatina rizgarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin