PeyamaKurd- Hesabê serokê rêxistina Esayîb Ehlî Heq yê Qeys Xezalî ji ser Twitterê rakirin. Xezalî di tevgera ber sefareta Amerîkayê ya Bexdayê de ya di roja 31,12.2019an de hatibû dîtin. Rakirina hesabê Xezalî, piştî kuştina Qasim Silêmanî û Muhendîs, ji ser Twitterê hat kirin. Li dora 300 hezar kes Xezalî dişopîne.
Wezareta Xezînê ya Amerîkayê bi sedema ku “mafê mirovan îhlal dike”, xezalî xistibû nav lîsteya terorê. Qeys Xezalî piştî ket hilbijartinên gulan a 2018an ya parlementoyê, karibû 15 parlementer derbixe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin