Hesda Seibî petrola Iraqê difirose

Hesda Seibî petrola Iraqê difirose

PeyamaKurd - Parlamentarê Parêzgeha Nînowayê Ahmed Cuburî got ku çekdarên Heşda Şeibî petrola Nînowayê difiroşin.

Cuburî ji Şarqul Aswadê re ragihandiye ku beriya niha li herêma Geyara ya deşta Mûsilê DAIŞê petrol difirot, lê niha jî çekdarên Heşda Şeibî û çend komên din rojane 100 tankêr petrola wê herêmê difiroşin.

Cuburî destnîşan kiriye hajê Serokwezîrê berê Heyder Ebadî û Serokwezîrî Iraqê yê niha Adil Ebdulmehdî jî ji vê yekê heye ku bêyî agahdariya hikûmetê ne mimkun e tiştekî wiha bê kirin.

Parlamentarê Nînowayê Cuburî got ku petrola ji Geyarayê tê derxistin, bo deverên Beycî û Mexmûrê tê şandin û ji wir jî bi ser parêzgeha Basrayê de tê firotin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin