"Heta ku hûn şaşiya xwe qebûl nekin û bedela wê nedin, em dev ji we bernadin"

"Heta ku hûn şaşiya xwe qebûl nekin û bedela wê nedin, em dev ji we bernadin"

PeyamaKurd - Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî, di peyamekê de ji bo Amerîkayê got, "Em ê we bi tenê nehêlin heta ku hûn şaşiya xwe qebûl nekin û bedelê wê nedin."

Larîcanî doh di peyamekê de ku li ser medyaya civakî parve kir, li ser daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump a ku gotibû ew hewce ne ku di şerê bi Îranê re zû bi ser bikevin, şîrove kir.

Larîcanî got, "Trump careke din got, 'Divê em di vî şerî de zû serkeftinê bi dest bixin.' Destpêkirina şer hêsan e, lê bi çend tweetan nayê qedandin."

Larîcanî bal kişand ser rewşa têkildarî êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê û got, "Em ê we bi tenê nehêlin heta ku hûn şaşiya xwe qebûl nekin û bedelê wê nedin."