"Heta mafên me neyên garantîkirin em tu rêkeftinê pesend nakin"

"Heta mafên me neyên garantîkirin em tu rêkeftinê pesend nakin"

PeyamaKurd - Serokê Parlamentoya Îranê û Şanda Danûstandinê Mihemed Baxer Qalibaf derbarê danûstandinên berdewam ên bi Amerîkayê re de got, "Em ê tu rêkeftinê pesend nekin heta ku mafên gelê Îranê neyên garantîkirin."

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA, Qalibaf ev gotin di rûniştineke serhêl a Parlamentoya Îranê de derbarê danûstandinên berdewam ên bi Amerîkayê re kirin.

Qalibaf, bi balkişandina ser ku dîplomasî armanca tackirina serkeftina li qada şer e got, "Leşkerên me yên di warê dîplomasiyê de baweriya xwe bi gotin û sozên dijmin naynin. Ji bo me, bidestxistina destkeftiyên berbiçav pîvan e û di berdêla wê de, em ê sozên xwe bi cîh bînin. Em ê tu rêkeftinê pesend nekin heta ku mafên gelê Îranê neyên garantîkirin."

Qalibaf herwiha diyar kir ku "dijmin" di vê qonaxa nû ya şer de hewl dide ku bi zexta aborî û propagandayê bi rêya medyayê yekîtiya neteweyî têk bibe, lê ev "xewnek bêwate" ye û got ku têkoşîn "di warê leşkerî, li kolanan, di dîplomasiyê de û di xizmeta gel de" berdewam dike.

Li gorî raporek Ajansa Nûçeyan a nîv-fermî ya Îranê Tasnim, dibe ku memorandumeke têgihîştinê ya di navbera Îran û DYA de bêbandor bibe.

Di raporê de hat diyarkirin ku her çend danûstandina peyaman di navbera her du aliyan de li ser memorandumeke têgihîştinê ya muhtemel berdewam dike jî, metna memorandumê hîn nehatiye dawîkirin.

Wekî din, hat destnîşankirin ku her du aliyan pêşniyarên ji bo sererastkirina metnê pêşkêş kirine û îhtîmalek heye ku memorandum bêbandor bibe.