PeyamaKurd – Îngîltere û Ummanê di seha bergiriyê, ewlehî, bazirganî, veberhênan û teknolojiya li pêş de li hev kirin û belavokekî hevpar belav kirin.
Di belavoka hevpar de hat ragihandin ku Îngîltere kapasîta fînansmana xwe ya ji bo Ummanê 1,6 milyar Sterlin zêde kiriye û derxistiye 7 milyar Sterlinî.
Ofîsa serokwezîrtiya Îngîltere ya jimare 10 daxwuyaniyekî nivîskî belav kir û got di wexta Sultanê Ummanê Heysem bin Tariq di 20-22yê Cotmehê de seredana fermî kiriye Îngîltere li hev kirine.
Di civînê de li ser sanayiya bergiriyê, hevkariya leşkerî, ewlehiya sîberî û ewlehiya netewî de, li hev kirine ku xebata xwe ya di van sehayan de zêde bikin û her du dewlet li ser bîra çêkirî, navendên doneyan, mîneralên nadîde û teknolojiya fezayê de li hev kirine ku xebatên hevpar zêde bikin.