PeyamaKurd - Heftiya bê şaredariyên Parîs û Hewlêrê dê rêkeftineke aborî û kulturî îmze bikin û herdu paytext dê bibin destbirakên hev ê şaredariyê.
‘HEWLÊR DIBE 55MÎN DESTEBIRAKÊ PARÎSÊ’
Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya bo Parîsê û bi Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo re jî civiya. Şaredarê Parîsê Hidalgo Serok Barzanî û Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de bilind nirxand û got, xelkê Fransa spasiya Barzanî û Pêşmerge dikin.
ŞAREDARÊ PARÎSÊ: EZ DOSTÊ KURDA ME Û HEVRÊYEKA NÊZÎK A SEROKÊ HERÊMÊ ME
Şaredara Parîsê çend caran serdana Herêma Kurdistanê kiriye û ji sala 2016an ve kar bo wê yekê dike ku Hewlêr û Parîs bibin du bajarên destexûşkên hev û Hewlêrê bi wê yekê dê bibe 55mîn destexûşka Parîsê. Seroka Şaredariya Parîsê, Ann Hidalgo piştî civîna bi Nêçîrvan Barzanî re got:
“Gelek kêfxweş bûm ku îro min pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê kir, Ez dostê Kurda me û hevrêyeka nêzîk a Serokê Herêmê me. Me behsa rewşa niha kir, me behsa pêwnediya navbera Herêma Kurdistanê û Parîsê kir. “Ez du caran çûme Kurdistanê. Ez heyranê çanda Kurdî mam. Herweha ez heyranê berxwedana Pêşmerge ya li dijî DAIŞê mam. Em û Kurdan dost in û dê her dost bimînin. Dema min serdana Hewlêrê kir jî got. Ez spasiya gelê Kurdistanê û Pêşmerge dikim. Eger em li Parîsê bi awayekî azad digerin, di vêya de tevkariya berxwedana ya li dijî terorîzmê jî heye.
Ann Hidalgo, “Heftiya bê rêkeftineke hevbeş a destbirakê navbera Parîs û Hewlêrê tê îmzekirin. Ev rêkeftineke herî giring e bo xelkê herdû aliyan.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin