PeyamaKurd – Heyeta ji 11 kesan pêkdihat ya di bin serpereştiya endamê partiya Demokrat Chris Coons de bo daxwaza Trump ya li ser Grönlandê dikir, bo hevdîtinê bike, çû Danîmarkayê payîtext Kopenhagê.
Grönland girêdayê kraliyeta Danimarkayê ye û dewletekî otonom e. Trump gotibû ku ji bo ewlehiya DYAyê pêdiviya wan bi Grönlandê heye. Heyet bi serokwezîrê Danimarkayê Jens-Frederik Nielsen û parlementeran re civiya.
Piştî hevdîtinê serokê heyetê bo çapemeniyê ragihand ku ew di derbarê Grönlandê de gelek tiştan fêr bûne û xelkê wê derê bo xwe bi zahmetî jiyanekî daniye. Coons got:
“Niha bo Grönlandê tehdîdekî ewlehiyê nîne .Lê li ser ewlehiya arktîk divê em li ser veberhênanê lêkolînan bikin. Em bi nêrînekî nûhkirî dadigerin Washingtonê.”
Li ser Grönlandê xwepêşandan çêdibin û naxwazin xwe radestî Amerîkayê bikin.