PeyamaKurd – Heyeta DYA yê ya di bin serpereştiya cîgirê serok Trump J.D. Vance de, ji bo bi Îranê re muzakereyan bikin giha Îslamabadê û heyeta Îranê ya di bin serpereştiya serokê meclisa Îranê Muhammed Bakır Kalibaf de jî giha Îslamabadê.
Bi Kalibaf re wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Arakçi heye. Bende ne ku sibê an ku di 11ê Nîsanê de hevdîtinên her dû dewletan destpêbike. Kalibaf berya here Îslamabadê di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha gotibû:
“Berya muzakere destpêbikin divê li Lubnanê agirbes û heyiyên Îranê yên DYA bloke daniye ser wan serbest berde. Divê ev her dû şert berya muzakere destpêbikin bicîh werin.”