Hez li erdê ket û 40 kes mirin

Hez li erdê ket û 40 kes mirin

PeyamaKurd- Li welatê Afrîka Ûgandayê erd heziya û di encamê de 40 kes mirin. Li gor nûçeyên medya Ûgandayê li herêma rojhilat ya bi navê Bududayê piştî barîna barana zêde erd heziya û gelek xanî xerab bûn û gelek kes dibin axê de man.

Hez bû sedema ku kevirên mezin gêr bibin û bi ser xaniyan de bikevin. Heya niha 40 heb cenaze ji binê axê hatine derxistin. Di demên pêş de dibe ku jimara miriyan hêj  zêdetir bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin