PeyamaKurd - Li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê 4 ciwan ji ber gaza karbonmonoksîdê jiyana xwe ji dest dan. Bûyer duh li gundê Têzxirabê yê navenda parêzgeha Urmiyeyê qewimî.
Birêvebirê Hawarçûna Bilez a parêzgehê Ferzîn Rezazade ragihand ku her 4 ciwan di xaniyê nava baxekî de mane û ji ber gaza karbonmonoksîdê bi jehrê ketine.
Li gorî gotina Rezazade, piştî agahdarkirinê tîmên wan tavilê gihîştine cihê bûyerê, lê tevî hewlên bijîşkî her 4 ciwan mirine.
Termên ciwanan ji bo otopsiyê bo Bijîşkiya Dadî ya Urmiyeyê hatin veguhastin.
Ji 18ê çiriya pêşîn ve herî kêm 20 kes li Bokan, Urmiye û Selmasê bi gazê jehrî bûne.
Ji wan kesên bi gazê ketine 4 kesan jiyana xwe ji dest daye.