PeyamaKurd - Herêma Kurdistanê ji bo derbasbûnên bazirganî yên li Deriyê Sînorî yê Sêmalka heta demeke nediyar rawestand. Li gorî biryara niha, ji derî tenê rêwî û geştyar dikarin derbas bibin.
Çavkaniyekî ji Îdareya Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê ragihand ku biryara rawestandina çalakiyên bazirganî ji aliyê rayedarên Herêma Kurdistanê ve hatiye dayîn û dê heta daxuyaniyeke duyem berdewam bike.
Li gorî zanyariyan, niha tenê hatûçûna sivîl û rêwiyan tê kirin û rê nayê dayîn ku ti barên bazirganî derbas bibin.
Li aliyê din, yekîneyeke girêdayî Hêzên Pasewanên Sînor ê Iraqê çû Deriyê Sînorî yê Pişteyê ya li parêzgeha Helebçeyê û derî girt:
Yekîneya pasewanan ku ji 5 wesayîtên leşkerî û makîneyeke kar (kepçe) pêk dihat, piştî agahdarkirina rayedarên derî û temamkirina karûbarên şofêran, bi kepçeyê ax rijand ser rêya sînor û derî girt. Endamên wê yekîneyê hemû welatiyên Herêma Kurdistanê ne.
Çavkaniyekî ji Deriyê Pişteyê got ku hêz nêzîkî demjimêr 16:30î gihîştine derî û ragihandine ku li gorî telîmata Serokwezîr Elî Zeydî tevdigerin û derbasbûn heta demeke nediyar hatine rawestandin. Hat zanîn ku di girtinê de ti alozî derneketiye.
Her du deriyên Şuşmê (li nahiyeya Biyarê) û Pişteyê (li nahiyeya Bêmoyê) ku îdarî girêdayî parêzgeha Helebçeyê ne, heta niha ji aliyê hikûmeta navendî ya Iraqê ve bi awayekî fermî nehatine naskirin. Li gorî zanyariyan, Deriyê Şuşmê jî dê bi heman awayî bê girtin.
Deriyê Sînorî yê Pêşxabûrê ku li ser sînorê parêzgeha Dihokê ye, girêdana sînorî ya bi Rojava re pêk tîne û li aliyê Rojavayê wekî "Sêmalka" tê binavkirin.