PeyamaKurd - Biryara hikûmeta Iraqê ya ji bo girtina Deriyê Sînorî yê Şeyb ê li ser sînorê Îranê heta daxuyaniyeke duyem, li parêzgeha Meysanê ya li başûrê welêt bû sedema nerazîbûnên mezin.
Xwenîşanderên ku daxwaz dikin deriyê sînorî ji nû ve bê vekirin rê girtin, di heman demê de rêveberên xwecihî hişyarî dan hikûmetê ku heke biryar neyê vekişandin ew ê gavên tundtir biavêjin.
Rayedarên Bexdayê diyar kirin ku sedema girtinê kêmasiyên teknîkî û lojîstîkî ne, lê Îranê bertek nîşan da û diyar kir ku ew pêşwext nehatine agahdarkirin.
Komên çekdar ên nêzîkî Îranê jî îdia kirin ku di van biryarên hikûmetê de bandora Amerîkayê heye û bal kişandin ser îdiayên binpêkirina esmanî ya welêt.