Hêzên hikûmeta Sûriyê xwepêşandana li Helebê qedexe kir

Hêzên hikûmeta Sûriyê xwepêşandana li Helebê qedexe kir

PeyamaKurd - Hêzên ewlehiyê yên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, li bajarê Helebê rê li ber komeke mezin a xwediyên rafîneriyên petrolê yên herêmî girt ku hewl didan ber bi meydana serekî ya bajêr ve bimeşin.

Xwediyên van rafîneriyên xwemalî plan kiribûn ku biçin Qada Seedellah El Cabirî daku xwepêşandanekê ji bo başkirina şert û mercên jiyanê, daxwaza alîkariyên debarê û dabînkirina çavkaniyên alternatîf ên dahatê li dar bixin.

Lê belê, hêzên i hikûmeta demkî li nêzî Pira Saxûrê rê li ber wan girt û bi temamî qedexe kir ku çalakî û xwepêşandana xwe encam bidin.