PeyamaKurd- Hêzên bi ser Hukumeta Netewî ya Lihevkirî (HNL) nahêle ku hêzên Xelîfe bi pêş de herin û dema Xelîfe dixwaze hêzên xwe piştek bike, hêj di rêda ne wan îmha dike.
Ji 4 ê nîsanê ve hêzên Xelîfe Hafter êrîş dibin ser hêzên hukumetê lê niha nikare bi pêşde here ji ber rêyên wan yên îkmalê ji aliyê hêzên hukumetê de tên astengkirin. Îro hukumet rêya navbera Eyn Zara û El Hirayê xistiye destê xwe û hêzên Xelîfe xwe bi paşde dane. Li başûrê Trablûsê bi 50 km yan, bi berfirehî hêzên dewletê Sûk Es Sept û Es Sabîayê xistine destên xwe.
Ji 4 ê nîsanê de ye ku hêzên hukumetê navendên hêzên Xelîfe, cepilxaneyên wan û tevî noqteyên îkmalê bombebaran dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin