‘Hêzên Îmarat û Misrê li Minbic û bakurê Sûriyê tên bicihkirin’

‘Hêzên Îmarat û Misrê li Minbic û bakurê Sûriyê tên bicihkirin’

PeyamaKurd - Li gor zanyariyan fermandarên Misrê û Îmaratê serdana bajarê Minbicê kirine ku tê çaverêkirin, piştî vekişîna Amerîkayê hêzên wan li Minbicê werin bicihkirin.

Li gor raporteka ajansa Debka ya nêzîkî îstixbarata Îsraîlê, Serokê Amerîka Donald Trump bi Welîehdê Îmaratê Ebû Zebî Mihemed Bin Zayid û Serokê Misrê Abdulfetah el-Sîsî re di pêwendiyê de ye ku hêzên leşkerî yên wan herdu welatan bişînin bajarê Minbicê.

Di raportê de hatiye diyarkirin ku heger hêzên Îmarat û Misrê derbasî Minbicê bibin dê parastina esmanî ji aliyê Amerîkayê ve bo wan were dabînkirin û tê çaverêkirin, ew hêz li navçeyên din ên heta sînorê Iraq û Sûriyê belav bibin.

Herwiha tê gotin ku ew hêz bi armanca avakirina yekîneyên parastina sînorê Tirkiye-Sûriyê û rakirina hincetên hevsînoriya ligel hêzên Kurd bi Tirkiyê re, li bakur û rojhilatê Sûriyê dê bêne bicihkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin