Ji bo 10 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya bi koda zer

Ji bo 10 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya bi koda zer

PeyamaKurd - Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê ji bo 10 bajarên Bakurê Kurdistanê yên Amed, Çewlîk, Bedlîs, Colemêrg, Mêrdîn, Muş, Sêrt, Wan, Batman û Şirnexê bi koda zer hişyariya bara gur û zêdebûna pileya sermayê da.

Li gorî nirxandinên dawî, li rohilatê herêmê baraneke gur û li cihên bilind ên Rojhilat jî barîna berf û barana tevlîhev a berfê tê çaverêkirin. Pileyên germê jî 3 heta 6na dikevin bin pîvanên demsalê.

Rayedaran hişyarî dan welatiyan ku li hemberî karesat û bûyerên nexwestî yên wekî lehiya ji nişka ve, rabûna avê, hezaz, astengiyên di çûnûhatinê de û ba û bahozên tund baldar û bi tedbîr bin.

Hate diyarkirin ku li herêmê ba dê ji aliyê bakur ve biweze û li hin cihan jî mij û dumana sibeh û şevê bibe sedema kêmbûna dîtinê.