PeyamaKurd-Artêşa Rûsyayê êrîşê 5 îstasyonên trênê yên Ukraynayê kir. Hat zanîn ku ev êrîş bi awayekî hemdem hatine kirin. Hat ragihandin kuştî û birîndar hene lê heta niha hejmar nehatiye diyarkirin.
Artêşa Rûs di saetên vê sibehê de 5 îstasyonên trênê yên aîdî Ukraynayê, di nav saetekê de bombarduman kir. Gerînendehê Giştî yê Saziya Rêyên Hesinî ya Ukraynayê Oleksandr Kamyshin ragihand ku yekîneyên Rûs êrîşê 5 îstasyonên nava welêt û rojavayê welêt kirine. Kamyshin da zanîn ku dê herî kêm 16 trênên rêwiyan rotar bikin û ew ê jî li ser encamên êrîşê lêkolînan bidin destpêkirin.
Hat zanîn ku êrîş piştî serdana Serokwezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken û Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin a bi Vladimîr Zelenskiy re çêbûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin