Hêzên Sûrî bi pistevaniya balafirên Rûsî êrîseke dijwar bir ser çekdaran

Hêzên Sûrî bi pistevaniya balafirên Rûsî êrîseke dijwar bir ser çekdaran

PeyamaKurd – Piştî êrîş û şerê digel çekdarêan ku nêzî 30 leşkerên rejîmê hatin kuştin û birîndar kirin, hêzên rejîma Sûriyê bi piştevaniya Rûsyayê, êrîşeke dijwar bir ser devera Cebel Ekrad a bejahiya bakurê Laziqiyê.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) da xuyakirin ku di navbera komên çekdarên girêdayî Tirkiyê û hêzên rejîma Sûriyê de, li derdora Hedada ya li Cebel Ekrad a bakurê Laziqiyê şerekî dijwar rû dide ku balafirên şer ên Rûsyayê jî êrîşên dijwar pêk tînin.

SOHRê îro danê nîvro ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê li bejahiya bakurê Laziqiyê tevî derbeyên li Kebane û derdora Hedada ya Cebel Ekrad bi dehan moşek avêtin. Hêzên rejîmê jî Kebane, Tufahiyê û Hedada topbaran kir.

Hêjayî gotinê ye, îro sibehê li heman herêman nêzî 30 leşkerên Sûrî di encama êrîş û şerê ligel çekdaran hatibûn kuştin û birîndarkirin ku rejîmê piştî nîvro bi piştevaniya Rûsyayê bersiv da wan êrîşan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin