Hindistan 2 kestiyên ser sand Derya Hurmizê

Hindistan 2 kestiyên ser sand Derya Hurmizê

PeyamaKurd- Derya Hurmiz, Buhira Hurmiz, Kendava Basrayê an Derya Ummanê hemû yekin û gelek welatên Asyayê cîranê van behrane. Di ser ava van deryayan de gelek keştiyên bazirganî diçin û tên. Belkî yên piraniya dinyayê di ser wê behrê de bazirganî dikin. Di nava wan welatan de Hindistan jî heye ku di ser wê avê de keştiyên bazirganiyê dibin û tînin.

Piştî bûyera teqîna 4 keştiyan, nema ti dewletekî baweriya xwe bi Buhira Hurmizê tîne û bi wê sedemê herî dawiyê hêzên deryayî yên Hindistanê 2 keştiyên xwe yên şer şandin Derya Ummanê. Peyama hêzên deryayê yê Hindistanê weha ye:

“Hêzên deryayê yên Hindistanê bo ewlekariya keştiyên Hindistanê yên bazirganî temîn bike, keştiyên xwe bo herêmê sewq kiriye.”

Di peyamê de Hindistan dibêje ku keştiyên şer yên bi navê Chennai û Sunayna ku aîdê hêzên deryayî ne, bo meşandina ewlekariya operasyonên behrê hatine şandin bo Kendava Basrayê û Behra Ummanê. Balafirên donanma ya Hindistanê jî ji hewayê de çavdêriyê dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin