PeyamaKurd - Hîndistanê, ji ber metirsiya şewba vîrusa Koronayê, jinûve vekirina Tac Mahal, betal kir.
Îro, birêvebirên xwecîhî, bi daxuyanîyekê, fermana dirêjkirina dema girtina deverên ku peykerên li Agra û derdorê ragihandin.
Fermana hikûmetê, dema dirêjahiya qedexeya ji bo peykerên ku ji Adarê ve girtî ne diyar nekir.
Herwiha, heta niha ne zelal e ku hikûmeta federal wê plansazîya xwe ya bo jinûve vekirina deverên peykerên li seranserê welêt yên wekî Qesra Sor ya dîrokî ya New Delhi betal bike.
Li Hîndistanê hejmera bûyerên vîrusa Korona di nav sê mehên dawî de bi rengekî berbiçav zêde dibe.
Yekşemê, 24,850 bûyerên nû û zêdetirî 600 mirinan ya bo yek rojekê rekorek hat tomar kirin.
Bi vê hejmarê li seranserê Hindistanê hejmera bûyerên jiber vîrusa Korona giheşt 673.165'an.
Lê hikûmet qedexe û tedbîrên li ser 1,3 mîlyar mirovên Hîndistanê rakir ku ev pêvajoya bi deh hezaran kes bê kar hişt û bû sedema girtina karsazîyan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin