Hindistan, li Kesmîrê temamê rêyên ragihandinê girt

Hindistan, li Kesmîrê temamê rêyên ragihandinê girt

PeyamaKurd- Hukumeta Hindistanê qanûnekî derxist ku otonomiya Cemmû Keşmîrê pê ji ortê rakir. Keşmîr heya niha ciyeka otonom bû. Dikaribû qanûnan derbixe, dikaribû destûra xwe binvîse û ala wê cuda bû. Niha bi rakirina xala ku vê îznê dida Keşmîrê, ev mafên han tev ji dest çûn. Keşmîr ji aliyê karên xwe yên derve de, di ragihandin û parastinê de, bi ser hukumeta navendî de bû.

Li Keşmîrê niha înternet, telefon û hemû rêyên ragihandinê girtîne. Bi deh hezaran leşker di kuçe û kolanan de digerin. Halê Keşmîrê çawaye nayê zanîn lê tê gotin ku hemû rêvebirên Keşmîrê yên cîh hatine binçavkirin. Xwepêşandan hene an tine ne nayê zanîn.

Xala 370 ku mafê xweseriyê dida Keşmîrê, niha ji aliyê Meclisa Eyaletan de hat rakirin û dê ev bibe sedema nexweşînên tund di navbera rêvebiriya Delhiyê û Keşmîrê de.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin