PeyamaKurd – Indiatoday nûçeyekî belav kir û binkeya nûçeya xwe bir ser hinek rêvebirên hukumeta Hindistanê. Hindistanê bi Rûsya re peyman çêkiribû ku 48 heb helîkopterên Mi-17 V5 ji Rûsya bikire lê hukumet ragihand ku berya şerê Rûsya-Ûkraynayê biryara betalkirina peymanê daye.
Di xeberê de hat gotin ku sedema betalkirina îhalê ji ber ku Hindistan dixwaze helîkoptera xwe ya malê xwe hilberîne û ti têkiliya betalkirina peymanê bi şerê Rûsya û Ûkraynayê tineye. Wê ji niha û pê de Hindistan destekê bide çêkirina helîkopterên xwe yên kul i welat çêbike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin