Hindos û Misilman pev çûn: 13 kustî, 150 birîndar

Hindos û Misilman pev çûn: 13 kustî, 150 birîndar

PeyamaKurd - Li paytexta Hindistanê Delhiyê di encama pevçûnekê di navbera Hindos û Misilmanan de, 13 kesan jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku li taxên bakur û rojhilatê Delhîya Nû, di navbera xwepêşanderên Hindos û Misilman de bi kevir, şûr û çekan pevçûnekê rû daye û 13 kes hatine kuştin.

Li gorî medya Hindistanê, gelek avahî, kargeh û wesayît hatin şewitandin û êrîş li dijî rojnamevanan jî pêk hat. Ajansa Trûst of Îndîa ragihandiye ku 13 kesan jiyana xwe ji dest daye ku yek ji wan polîs e û zêdeyî 150 kes jî birîndar bûne.

Doh 25ê Sibatê li Hindistanê, pevçûn di navbera polîsan û xwepêşanderan de derketibû û 5 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

Xwepêşandan li dijî yasaya hemwelatîbûnê têne lidarxistin ku tenê ji bo kesên ne misilman ên ku ji Pakistan, Afganistan û Bengladeşê penaberî Hindistanê bûne ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin