Hisam El Mesîsî ji bo avakirina hikûmeta nû hat erkdarkirin

Hisam El Mesîsî ji bo avakirina hikûmeta nû hat erkdarkirin

PeyamaKurd - Piştî karvekêşana hikumeta el-Fexfax, Serokomarê Tûnisê Qeys Seîd, Wezîrê Navxwe yê Tûnisê Hîşam el Meşîşî ji bo avakirina hikûmeta nû erkdar kir. 

Serokomarê Tûnisê Qeys Seîd li ser avakirina hikûmeteke nû daxuyanî da û diyar kir ku wî ji bo aloziya heyî ya li welêt bi dawî bibe û aramî pêk were wezîrê naxwe erkdar kiriye.

Hat ragihandin ku divê Meşîşî di parlamenê de piraniya dengan bigire û hikûmetê di nava mehekê de ava bike, lê heger ev yek di vê dema destnîşankirî de bi cih neyê, wê parlamena Tûnisê were jihevxistin û welat yekser derbasî hilbijartinên giştî bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin