Hisyariya Emmar Hekîm li ser têkçûna ewlehiya Iraqê

Hisyariya Emmar Hekîm li ser têkçûna ewlehiya Iraqê

PeyamaKurd - Serokê bereya Hikmetê ya Iraqê dilgiraniya xwe ji ber têkçûna rewşa ewlehiyê li vî welatî di çend hefteyên vê dawiyê de diyar kir û li ser têkçûna rewşa ewlehiyê hişyarî da.

Emmar Hekîmê serokê bereya Hikmetê ya Iraqê duh yekşemê bi şermezarkirina teqînên li Kerkûkê li nîzikiya navendekî ragirtina sindoqên dengan ji teşkîlata ewlehiya vî welatî xwest mecalê nedin terorîstan ku ewlehiya Iraqê têk bidin.

Terorîstên DAIŞê duh yekşemê li hemberî destpêbûna hejmartina dubare a dengên parlemanê bi RPÇyê û teqandina erebeya bombebarkirî li navenda ragirtina sindoqên dengan li Kerkûkê kirin hedef.

Hatiye ragihandin ku ji ber vê teqînê 14 hêzên ewlehiya Iraqê birîndar bûn ku halê hin ji wan xirab e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin