Hizbullahê 20 xal destnîsan kirin: Tehliye bikin

Hizbullahê 20 xal destnîsan kirin: Tehliye bikin

PeyamaKurd – Medyaya leşkerî ya Hizbullahê hişyariya valakirina zêdetirî 20 wargehên li bakurê Îsraîlê da.

Hizbullah bi vîdyoyek ku tê de nexşe û navên zêdetirî 20 wargehên li bakurê Îsraîlê tê de hene, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser niştecihên wargehên ku di vîdyoyê de behsa wan tê kirin û wiha hat gotin: “Di daxuyaniyê de ji şêniyên wargehên ku di vîdyoyê de behsa wan tê kirin tê xwestin ku demildest van deveran vala bikin. Şûnwarên we ji bo hêzên leşkerî yên dijmin ên ku êrîşî Lubnanê dikin, bûne hêlînek. Ji ber vê yekê ji bo hêzên hewayî û moşekî yên Berxwedana Îslamî bûn hedefên leşkerî yên rewa.”

Ji aliyê din ve Hizbullahê ragihand ku wan 5 navendên leşkerî û 6 niştecihên navçeyên bakur û navenda Îsraîlê bi moşekan kirine armanc.

Herwiha hat destnîşankirin ku li bakurê Îsraîlê û başûrê Lubnanê 5 cihên ku leşkerên Îsraîlê lê kom bûne bûne hedefa Hîzbullahê.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin