PeyamaKurd –Hukumeta Hollandayê ragihand ku li ser şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê ji bo desteka Ûkraynayê 2.5 milyar Euro pere ji budca xwe ya 2023an veqetandiye. Pere ji bo mijarên leşkerî û mirvoviye.
Hukumetê ragihand ku perê ji bo alîkariyê veqetandiye, wê bi wan peran di serî de alîkariya ekîpmanên leşkerî û paşî wê di avakirina bajêrên ku hatine şewitandin û xerakirin, di tamîra avahiyên bingehîn û ji bo lêkolînên sûcên hatine kirin bê serfkirin. Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte di ser hesabê xwe yê Twitterê de van gotinan got:
“Heya Rûsya şer dewam bike wê Hollanda destekê bide Ukraynayê. Ji bo alîkariyên leşkerî, mirovî û dîplomatîk me 2.5 milyar Ewro pere veqetand. Di axaftina bi Zelenskiy re min jê re got.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin